Salvegera 45. a damezrendina PKK’ê nêz dibe

Bi wesîleya salvegera 45’emîn a PKK’ê, Endamê Komîteya Bîr û Baweriyan a PKK’ê Cîhan Eren ji ANF’ê re axivî û nirxandinên girîng kirin. Cîhan Eren diyar kir ku divê li hemberî faşîzma Tirk, her Kurdek bibe têkoşerekî şerê gel ê şoreşgerî.

Bi wesîleya salvegera 45’emîn a PKK’ê, Endamê Komîteya Bîr û Baweriyan a PKK’ê Cîhan Eren ji ANF’ê re axivî û nirxandinên girîng kirin.

Eren di destpêka axaftina xwe de salvegera damezrandina PKK di şexsê fermandar û şervanên HPG û YJA-Starê de li hevrêyan pîrz kir û got: Di sexsê hevrê Hakî Karer û Sara de hemû hevrêyên şehîd bi bîr tînin û dilsoziyê dubare dikiin.

Şehîdên me çavkaniya hişmendiya me ne. Ew pêşengên ku rê nîşanî me dan.

“PKK Ji bo civaka Kurdistanê bûye feraset û exlaqê azadiyê”

Felsefe û îdeolojiya Rêber Apo mohra xwe li 50 salên dawî yên têkoşîna azadî û wekheviyê ya gelê Kurdistanê da.

Gelê Kurd sed sal in li dijî netew-dewletên olî, mezhebî û nijadperestan li ber xwe dide.”

Eren bi bîrxist ku fikra Rêber Apo dîrok û civaka Kurd bi dîroka wê re anî cem hev û wiha dewam kir:

“Qirkirina çandî demeke dirêj dewam dike, ger bi têkoşînê neyê astengkirin wê ji qirkirina fizîkî xeteretir encamên wê derkevin holê.”

Cîhan Eren: Divê her Kurd tevlî têkoşîna Şerê Gel ê Şoreşgerî bibe

Eren di dawiya axaftina xwe diyar kir ku divê gelê Kurd bi hişmendiya azadîxwaziyê bîra xwe ya olî kur bike û got:

Divê her ferdekî Kurd dîroka xwe ya olî bixwîne û fêr bibe û li hemberî faşîzma Tirk bibe têkoşerekî şerê gel ê şoreşgerî.”

Back to top button