Li Reqa projeya sererastkirina pira nû dest pê kir

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku ew dest bi projeya sererastkirina pira nû ya Reqayê dikin.

Daxuyanî ji aliyê hevseroka Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê Îlham El-mitlî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kiririn ku projeya sererastkirina Pirê dest pê dike..

Bi temamkirina vê projeyê re, rê li qerebalixa trafîkê tê girtin û riya di navbera Tebqa û Reqayê de kurt dibe.

Îlham got: “Tu piştgiriyeke ji hundir û derve, çi ji rêxistinan çi ji koalîsyonê nehatiye dayîn, Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe bi projeyê radibe.”

Li gorî daxuyaniyê, proje di salekê de wê biqede..

Back to top button