Sûc û kirinên çeteyên dewleta Tirk li Efrînê bê navber dewam dikin. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 4 welatî li Efrîna dagirkirî revandin. Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Ibrahîm Şêxo jî eşkere kir ku di meha Cotmehê de 2 jê jin, 20 kes li Efrînê bi hincet û tawanên bê bingeh hatine revandin.
Sûc û kirinên çeteyên dewleta Tirk li Efrînê bê navber dewam dikin.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 4 welatiyên din li Efrînê revandin.
Çeteyên dewleta Tirk 4 welatî li Efrînê revandin
Navê kesên hatine revandin jî wiha ne:
Farûq Ebdo Mihemed yê ji gundê Emara yê navçeya Mabatayê.
Reşîd Ekaş ê ji gundê Dêr Sewa yê navçeya Şera.
Zuhêr Bîrqedar Bekir û Xelef Cumaa El-Ehmed yên ji navçeya Cindirêsê.
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê: Di Cotmehê de 20 kes li Efrînê hatin revandin
Li ser sûcên ku di meha Cotmeha de jî li Efrînê hatine kirin û belavbûna çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li herêmê, berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo agahî dan.
Îbrahîm Şêxo diyar kir ku piştî dagirkirina Efrînê di Adara 2018ʹan de, dewleta Tirk bi rêya çete û îstîxbarata xwe hemû cûre sûc li dijî mirovan pêktine.
Ibrahîm Şêxo: çete li Efrînê dest datînin ser berhemên welatiyan a zeytûnan
Şêxo diyar kir ku di meha Cotmeha borî de di nav de 2 jin, bi giştî 20 kes bi hincet û tawanên bê bingeh hatin revandin.
Her wiha Şêxo anî ziman ku çeteyan bac jî li mewsima zeytûnan a welatiyan ferzkiriye û li navçeyên Raco û Bilbilê dest danîn ser berhemên xelkê.
Ibrahîm Şêxo: Belavbûna El-Nusra li Efrînê şanoyekî dewleta Tirk e
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo li ser belavbûna çeteyên El-Nûsra li bajarê Efrînê jî û got: “Şanoyekî pêkenok bû ku bi fermana rejîma Tirk pêk hat.