Hêzên hikûmetê û çeteyan li Idlibê û Hemayê bi hev ketin

Hêzên Hikûmeta Şamê dîsa herêma bi navê “Bê Çek” topbaran kir. Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku ji ber şerê di navbera hêzên hikûmetê û çeteyan de, 3 çete hatin kuştin.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê diyar kir ku di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk de, şer derket.

Hêzên hikûmetê û çeteyan bi çekên navîn û giran li Rojhilat Idlibê û Rojavayê Hemayê bi hev ketin.

Hate gotin ku di encama şer û pevçênên li Rojavayî Hemayê 3 çete hatin kuştin.

Di vê navberê de, Hêzên hikûmeta Şamê bi top û moşekan nuqeteyên çeteyan yên li gundewarê başûrê Idlibê û derdora Kebanê ya li Cebel El-Ekrad a li bakurê Lazqiyê topbaran kirin.

Li Derayê bi êrişek nenas kesek hate kuştin

Li bajarê Inxil yê li Derayê di encama êrişeke ji aliyê kesên nenas ve kesek hate kuştin.

Li Quneytrayê 4 leşkerên hikûmetê birîndar bûn

Her wiha çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku li bajarokê Jaba yê li gundewarê Quneytrayê mobeyek bi erebeyekê teqiya.

Hate ragihand ku di encama teqînê de 4 leşkerên hikûmta Şamê birîndar bûn.

Back to top button