Aloziya siyasî li Başûrê Kurdistanê dewam dike

Aloziya siyasî li başûrê kurdistanê kur bûye. Li gorî yasayê, dema Parlamentoya başûrê Kurdistanê 4 sale û di 6’ê Mijdara 2022’yan de bi dawî bû û diviya bû hilbijartin werin lidarxistin. Li şûna hilbijartinan, dewma parlemento hat dirêjkirin û vê jî nerazîbûn bi xwe re anî û hişt hêjmarek parlementer istîfa bikin.

9′ Cotmeha 2022’an Parlamentoya Herêma başûrê Kurdistanê ji bo dirêjkirina dema xwe ya karkirinê civiya.

Li gorî yasayê dema Parlamentoya başûrê Kurdistanê 4 sale û di 6’ê Mijdara 2022’yan de bi dawî bû..

Bi hêceta dema yasayî ya komîsyona hilbijartinê bi ser re çûye û nakokiya aliyan, dema parlamentoyê heta 31’ê Kanûna 2023 hatiye dirêjkirin.

Gelek parlamenter ji parlamentoya Başûr vekişiyan

Tevî gelek parlamenteran pêşniyarkirin ku dema parlamentoyê neyê dirêjkirin, hilbijartin werin kirin, lê temenê parlamentoyê salek hate dirêjkirin.

Bi vê re jî temenê serokê hikumet û serokatiya herêmê jî hate dirêjirin.

Li dijî vê yekê, hêjmarek parlamenter nerazîbûnên nîşan dan.

Fraksiyona Nişfê Nû, Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û parlamentera Goran Şayan Eskerî xwe ji parlamentoyê vekişandin.

Duh 12 parlameneran bi daxuyaniyekê parlement boykot kirin.

Serokê Koma Dadgerî ya başûrê Kurdistanê ya li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Ebdulstar Mecîd li dijî dirêjkirina dema parlamentoyê axivî û got: Hemû sazî û dezgehên sereke yên di bin desthilatiya hikûmeta başûrê Kurdistanê de rewabûna xwe ji dest dane, em li dijî paşxistina hilbijartinan û dirêjkirina neyasayî ne û lewm em ji parlemento vedikşin.

Fraksiyona Komeleya Dadgerî, Nişfê Nû, Yekgirtûya Îslamî û serbixweyan ku hejmara wan 21 kesin xwe ji parlamentoyê kişandin.

Back to top button