YEKÎTIYA EWROPAYÊ: EV TEVGERÊN ŞAŞ IN LI DIJÎ AZADIYA DERBIRÎNÊ

Hikumeta Rûsyayê derdora hezar û 400 kesên ku li Moskowê kom bûn da ku daxwaza hilbijartinên azad bikin, girtin. Yekîtiya Ewropayê ji aliyê xwe ve, ev mîna tevgereke şaş li dijî azadiya derbirînê bi nav kir.

Derdora 3 hezar û 500 welatiyên rûsî beşdarî meşa roja şemiyê bûn.

Meş ji bo şermezarkirina hikumetê ku qedexekirina namzetên ji opozîsyonê ku beşdarî hilbijartinên herêmî li Moskowê bibin, pêk hat.

Kesên di meşê de daxwaza guhertina biryaran beriya hilbijartinan kir.

Li gor hat zanîn ku di vê xwepêşandanê de polîsan nêzî hezar û 400 kes girtin.

Tê payîn ku hibijartinên meclisa parlamentoya Moskowê ku 45 kursî tê de hene, di îlona bê de bên lidarxistin ku partiya alîgirê Kremlînê wê kontrol dike.

Derbarê mijarê de Yekitiya Ewropayê di daxuyaniyekê de şevê din, girtina zêdetirî hezar kesî di xwepêşanan de rexne kir û got ku ev tevgerên şaş in li dijî azadiya derbirînê.

 

Leave a Reply

Back to top button