Li dijî çekên kîmyewî li herêma Cizîrê meşa navendî wê were lidarxistin

Li dijî êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bertek zêde dibin. Şêniyên herêma Cizîrê amadekariyên meşeke girseyî dikin. Endamê Komîteya Amadekar banga tevlêbûna meşê li hemû pêkhateyên herêmê kir.

Ji bo şermezarkirina van êrişan şêniyên herêma Cizîrê amadekariyê meşeke girseyî dikin..

Wê di bin dirûşma “Bi vîna gel û gerîla em ê çekên kîmyewî, dagirkerî û xiyanetê têk bibin” were lidarxistin.

Têkildarî mijarê endamê komîteya amadekar a meşa girseyî ya li dijî êrişên kîmyewî Kenan Berekat axivî..

Kenan Berekat got: “Tê payîn ku bi deh hezaran ji pêkhateyên herêma Cizîrê tev li meşê bibin.

Wek bersivekê ji polîtîkaya qirêj a dewleta Tirk a li ser Kurdistanê, wê ev meş bê organîzekirin.”

Kenan Berekat bang li gelê herêmê kir ku bi awayekî xurt beşdarî meşa girseyî bibin ..

Back to top button