Nêzî du sale ji Rêber Apo agahî nayê girtin

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), der barê tecrîda li ser Rêber Apo de li Stenbolê bi gelek parêzerên ji welatên cuda yên Ewropayê re civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de hate diyar kirin, bêhiqûqiya li Îmraliyê êdî ne tenê meseleya kurdan e û bang hate kirin ku pêwîst e Tirkiye di vê meseleyê de sererastkirinan bike û tecrîda li Îmraliyê rake.

Tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo di bin şert û mercên giran yên li Îmraliyê de dewam dike.

Ev nêzî du sale ji Rêber Apo ti agahî nayê girtin.

Komaleya hiquqnasên bo azadiyê OHD: Li Îmraliyê tecrîda mutleq heye

Têkildarî mijarê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) li avahiya komeleyê ya Stenbolê bi gelek parêzerên ji welatên cuda yên Ewropayê re civîneke çapemeniyê li dar xist.

Hevseroka Giştî ya OHD’ê Îlknur Alcan diyar kir ku li Îmraliyê tecrîda mutleq heye û bi bîr xist ku ji 2011’an û vir ve tu hevdîtina malbat û parêzeran nayê kirin.

Îlknur Alcan anî ziman girtiyên li Girava Îmraliyê tên girtin, bê maf hatine hiştin û got: “Ji bo hevdîtinê 2 hezar parêzer serî li Wezareta Dadê dan, lê bersiv nehatiye dayîn.”

Parêzer Îbrahîm Bîlmez: Çav li bêhiquqiya li Îmraliyê tên girtin

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez jî diyar kir ku ew 23 sal in li Îmraliyê li dijî “bêhiqûqiyê” têdikoşin û wiha got:

“Hemû saziyên hiqûqî yên Ewropayê mixabin çavên xwe ji vê bêhiqûqiya mezin re digirin.

Ya herî bi êş jî ew e ku ev bêhiqûqî nayê dîtin.”

Bîlmez da zanîn ku bêhiqûqiya li Îmraliyê hemû Tirkiyê eleqedar dike û wiha dewam kir:

“Ev mesele êdî ne tenê meseleya kurdan û malbata birêz Ocalan e.

Bi salane ev mesele li hemû welat belav bûye.

Pêwîst e Tirkiye di vê meseleyê de sererastkirinan bike, lê mixabin saziyên Ewropayê çavên xwe li vê jî digrin.”

Thomas Schmidt: Em ji bo azadiya Ocalan têdikoşin

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Hiqûqnasên ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan a Cîhanê ya Ewropayê ELDH’ê Thomas Schmidt jî, bal kişand ser hewldanên saziya wan û wiha axivî:

“Em ne tenê li Tirkiyê, li gelek deverên cîhanê ji bo gihandina parêzeran dixebitin.

Lê belê em li Tirkiyê ji bo Abdullah Ocalan dixebitin.

Nameyek derbarê mijarê de ji Wezareta Dadê ya Tirkiyê re nivîsand heye.”

Piştre Thomas Schmidt nameya ku ji Wezareta Dadê re hatiye şandin xwend.

Di nameyê de îşaret bi binpêkirinên mafan ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê tên dîlgirtin hat kirin û xwest hevdîtin pêk were.

Back to top button