Li Eyn Îsa bi sedan kesî banga azadiya Rêber Apo kirin

Li herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyê li dijî tecrîda ser Rêber Apo çalakî zêde dibin. Şêniyên Eyn Îsayê tecrîda li ser Ocelan şermezar kirin û bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bikin.

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk PYD şaxê kantona Girê Spî li dijî tecîrda ser Abdullah Ocelan çalakiyek li dar xist.

Bi sedna ji şêniyên herêma Firatê, koçberên Girê Spî û şêniyên navçeyê beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakî ji pêşiya Mizgefta Mezin dest pê kir û li çerxerêya Şehîd Cûdî veguherî mêtingê.

Li wir endama Meclisa Jinan a PYD`ê Fadiya El Şerîf axivî û tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir.

Fadiya da zanîn ku bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan jin rizgar bûn û niha di hemû qadanên civakê de cihê xwe girt.

Fadiya El Şerîf di dawiyê de bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku bi erkên xwe rabin û dawiyê li tecrîda li ser rêber Ocalan bînin.

Back to top button