
Bertekên gel yên li dijî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û êrişên kîmyewî li dijî başûrê kurdistanê, dewam dikin. Meclisa Navçeya Çilaxa bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.
Dxuyanî li ber avahiya Melcisê bi beşdariya endamên Meclisê û Malbatên Şehîdan hate xwendin.
Cîgira Hevserokatiya Meclisa Navçeya Çil axa Sîham Ehmed daxuyanî xwend.
Sîham Ehmed êirşên dewlata Tirk yên bi çekên qedexekirî û hedefgirtina sivîlan bi dronan şermezar kir.
Sîham diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser herêmê armanc dike ku ewlehiya herêmê û projeya neteweya demokratîk têk bibe.
Sîham Ehmed bang li hêzên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û NY kir ku êrişên dewleta Tirk rawestînin.