Kongra Star a Girkê Legê panelek li ser jineolojiyê li dar xist

Kongra Star a Girkê Legê panelek li ser jineolojiyê û wateya dirûşma “Jin jiyan azadî” li dar xist. Xwendekarên Zaningeha Jineolojî jî ji bo Nagîhan Akarsel seminerek lidar xistin.

Kongra Star a Girkê Legê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” panelek li avahiya Sendîkaya Karkeran a Rimêlanê li dar xist.

Di panelê de jinên herêmê, endamên saziyên sivîl û leşkerî amade bûn.

Di destpêka panelê de sînevîzyonek têkildarî jineolojiyê û destkeftiyên akademiyên jineolojiyê hate pêşandan.

Paşê nirxandinên rêber Abdullah Ocalan hatin guhdarîkirin.

Piştî wê, beşdaran nêrînên xwe der barê mijarên panelê de rave kirin.

Xwendekarên zaningeha jineolojî ji bo nagîhan semînerek dan

Li aliyekî din, bi dirûşmeya ‘Çareseriya demê; Jin, Jiyan, Azadî’ Xwendekarên Zaningeha Jineolojiyê ji bo danasîna jiyana Nagîhan Akarsel, ji xwendevanên Zanîngeha Rojava re, semînerek lidar xist.

Semîner li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo pêk hat.

Jinên ciwan ên beşdarî semînerê bûn gotin, ”Nagîhan Akarsel ji bo me tekoşera zanistê ye û em ê li ser şopa wê bimeşin.”

Back to top button