Şêniyên Hesekê sersaxî ji malbata şehîdê HPG’ê bilind re xwest

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê nasnameya şervanê xwe yê ku di êrişa 6’ê mehê de li Qamişlo şehîd bû eşkere kir. Şehîd Mîtan şoreş îro bi merasîmekê ji aliyê şêniyên bajarê Qamişlo ve hat oxirkirin. Li Hesekê jî serdanên sersaxî ji bo malbata şehîdê HPG’ê Yusif Dawûd Milî hebûn.

Li aliyê din bi, Şêniyên Hesekê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, nûnerên partiyan serdana komê sersaxiyê yê şehîd Yusif Dawûd Milî kirin..

Kesên tevlî konê sersaxiyê bûn, destnîşan kirin ku ew ê heta serkeftinê li pişta gerîla û berxwedana wan bin..

Di bin konê sersaxiyê de, Meclisa Malbatên Şehîdan sînevîzyonek li ser şehîd Bilind nîşan da.

Grîlayê HPG’ê Yusif Dawûd Milî (Bilind) 30’ê Hezîrana 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.

Back to top button