Nerazîbûnên li dijî daxwaza bi darvekirina xwepêşanderan zêde dibin

227 parlementerên Îranê bi daxuyaniyek hevbeş daxwaz ji desthilata dadwerî ya Îranê kirin ku cezayê bi darvekirinê li ser xwepêşanderên têne girtin bicih bîne.

Parlementeran daxwaz ji desthilata dadwerî ya Îranê kirin cezayê bi darvekirinê li ser xwepêşanderên hatine girtin de bicih bîne.

Piştî vê daxuyaniyê Serokê Desthilata Dadwerî ya Îranê Xulam Hisên Muhsinî daxwaz ji dadweran kir dosyaya xwepêşanderên hatine girtin bi lez bi encam bikin û ceza li wan bibirin.

Li aliyê din Rêveberê Rêxistina Mafê Mirov a Îranê Mehmud Emîrî Muqedem, daxuyaniyek da û diyar kir ku nerazîbûn nîşandan mafê sereke yê gele.

Kuştin û cezayê bi darvekirinê ji bo xwepêşanderan tawanek navdewletî ye û got: “Kesên daxwaza bi darvekirina xwepêşanderan dikin, şirîkê vî tawanî ne û divê derbarê wan de lêpirsîn were destpêkirin.

Di xwepêşandanên 53 rojan de kesên hatin girtin cezayê bi darvekirinê li 8 kesan hatiye birîn.

Back to top button