Raportorên Mafên Mirovan ên NY’yê gotin ku dewleta Tirk, qanûnên xwe ji bo çewisandina civakê bi kar tîne û daxwaza berdana Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci kir.
Raportoran li ser êrîşên bi çekên kîmyewî û girtina Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk Şebnem Korûr Fîncanci daxuyanî da.
Raportorên NY’yê anîn ziman ku Şebnem Korûr Fîncanci bi hincetên nediyar hatiye girtin û gotin:
“Wisa xuya ye ku girtina Dr. Fîncanci, ji bo bêîtbarîkirina mafparêz û rêxistinên mafên mirovan perçeyekê bikaranîna bi zanebûn a qanûnên li dijî terorê ye.”
Raportoran, banga berdana demildest û bê şert û merc a Fîncanci û aktorên civaka sivîl ên din ku bi armanca siyasî hatine girtin, li meqamên Tirk kir.