Meclisa Seroketiya MSD’ê li Hesekê civînek lidarxist.. Meclisê diyar kir ku divê diyaloga sûrî-sûrî bê çalakkirin û piştgiriya rêyan bikin ku dengê sûriyan dike yek.
Geşedanên siyasî yên li ser asta herêmê, cîhanê û bandorên wan li ser rewşa Sûriyê nîqaş kirin.
Di civînê de çareseriya siyasî ya sûrî, hat nîqaşkirin..
MSD’ê : divê diyaloga sûrî-sûrî bê çalak kirin
Meclisa Seroketiya MSD’ê bang kir ku xwedî li nêzîkatiyên nîştimanî yên avaker û diyalogên sûrî-sûrî bê kirin..
Girêdayî wê yekê jî, Meclisa Seroketiya MSD’ê piştgiriya xebatên li Stockholmê tên kirin kir.
Her wiha di civînê de zehmetiyên aborî û gefên li dijî herêmê hatin gotubêjkirin ..
Di dawiya civînê de gelek biryar hatin girtin:
Ji wan :
-Piştgiriya xeta Stockholmê û lidarxistina Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk.
-Çalakkirina diyaloga hundirîn di navbera pêkhateyên herêmê de.
-Pêşxistina aliyê dîplomatîk li gor doza gelê sûrî.
-Amadekariyên lidarxistina Kongreya Giştî ya MSD’ê.