Ji bo protestokirina êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk li Dresden û Halleyê çalakiya konvedanê hat lidarxistin.
Li bajarê Dresden ê Almanyayê ji bo protestokirina êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk, çalakiya konvedanê ku duh li Alberplatzê dest pê kir, îro jî dewam kir.
Roja duduyan a çalakiyê daxuyanî hatin dayîn, belavok hatin belavkirin.
Tê payîn ku wê sibe çalakî bi mîtîngeke li Albertplatzê bi dawî bibe.
Çalakiya konvedanê a li Halleyê jî hat dest pê kirin.
Ji bo haydarkirina civakê ji êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk belavok hatin belavkirin û ji bo rakirina qedexeya li ser PKK’ê jî îmze hatin berhevkirin.
Tê payî ku çalakî wê sibe li Chemnîtzê dewam bike.