Artêşa dagirker gundewarê Zirganê topbaran kir

Ji vê sibehê ve dewleta Tirk gundên navçeya Zirganê topbaran dike.
Di êrişan de leşkerekî hikûmeta Şamê birîndar bû. 

Îro artêşa dewleta Tirk a dagirker gundê Ereb Xêr ê başûrê navçeya Zirganê da ber topan.

Di êrişê de leşkerekî hikûmeta Şamê birîndar bû

Di encama topbaranê de leşkerê hikûmeta Şamê yê bi navê Xedîr Ednan birîndar bû.

Vê sibehê jî heman artêşê gundên Um Heremlê Til Werd ên Zirganê topbaran kir.

Back to top button