Li Bursayê..Ji wan 8 zarok, 9 kesan jiyana xwe ji dest da

Belayeke mezin hat serê malbateke Sûrî ya penaber..
Li bajarê Burs yê Tirkiyê, agir bi mala malabteke Sûrî ket û di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest da..

Duh bi şev agir bi mala malbateke Sûrî ya penaberî Tirkiyê bûye ket û ji ber dijwarbûna agir, 8 zarokan û dayîka wan jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku temenê wan zarokan di navbera 1 û 10 saliyê de ye.

Piştî lêpirsînê derket holê ku temenê dayîka bi navê Amîne Taha 31 salî ye û ji wan zarok 6 yên wê ne, temenê yê herî biçûk salek e.

Her wekî hat eşkrekirin ku herdû zarokên din ji xizmên wan in.

Li gorî agahiyên destpêkê dibêjin ev agir ji ber Sobeyê rû da ye.

Back to top button