XEZEBA ZEYTÛNÊ: DI TEQÎNA LI TAXA MEHMÛDIYÊ DE 4 ÇETE HATIN KUŞTIN, 6 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Duh li navenda bajarê Efrînê teqînek rû da. Teqîn nêzî baregeha koma çete ya bi navê “Lîwa Miş’el Temo” ya di bin sîwana çeteyên “Sultan Murad” de çetetiya xwe dikin, pêk hat. Di encamê de 4 hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê teqîn girt ser xwe û di vê derbarê de daxuyaniyek da û tê de wiha got:

“Li hember tawanên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî gelê me û xaka me li tevahî bakurê Sûrî bi giştî û li Efrînê bi taybetî, şervanên me asta berxwedana xwe bilind dikin.

Ji bo vê, 28 Tîrmeha 2019’an şervanên me pagereke çeteyan li navenda bajarê Efrînê şopand û çavdêrî lê kir.

Pagera çeteyan li pêşiya avahiya Gumrikê li taxa Mehmûdiyê rawestiya û şervanên me bi motorsîkleteke bombekirî ew pager armanc girt.

Di encamê de 4 çete hatin kuştin 6 jî birîndar bûn.

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê, 28.07.2019

Leave a Reply

Back to top button