Siyasetmedarên herêmê sûcên Tirkiyê şermezar kirin

Siyasetmedar û rewşenbîrên herêmê bikaranîna çekên Kîmyewî li dijî gerîlayên azad şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kirin ku li hember sûcên dewleta Tirk bi erkên xwe rabin. 

Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê û rewşenbîrên Tebqayê derbarê bikaranîna çekên Kîmyewî de axivîn û bertek nîşan dan.

Di vê çarçoveyê de berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê Muwefeq Îsmaîl axivî û bikaranîna van çekan li dijî gerîla şermezar kir.

Îsmaîl dibêje Tirkiyê berî niha ev çek li Girê Spî û Serêkaniyê jî bikar anî, tevî hebûna belgeyan jî lê civaka navneteweyî bêdeng e.

Berpirsê Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li gundewarê rojavayê Dêrazorê Ela ‎El-Seîd jî derbarê mijarê de got:

“Ji ber ku dewleta Tirk li hember berxwedana gerîla têk çûye, rêbazê qirkirina komî li ser wan dimeşîne û kîmyewî bi kar tîne.”

Ela ‎El-Seîd anî ziman ku bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî sûcên ‎dagirkeriya Tirk, cesaretê dide dewleta Tirk.

Her wiha Serokê Meclisa navçeya Rojava ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya gundewarên rojavayê ‎Dêrazorê Îsmaîl El Elî ev tişt anî ziman:

“Ev sûc ne tenê li Başûrê Kurdistanê tên kirin. Dewleta Tirk li dijî gelê me yê Serêkaniyê û Girê Spî jî çekên kîmyewî bi kar anîn.

Armanc ji bikaranîna çekên kîmyewî, valakirina herêmê û guhertina ‎demografiya wê ye. Mîna ku li Ezaz û Serêkaniyê pêk anî.”‎

Rewşenbîrên herêmê: Vîna gel naşkê

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê Şeza El Hisên piştrast kir ku êrişên dewleta Tirk vîna gel naşkîne û got:

”Em ê bi ‎hev re li dijî hemû planên rejîmên desthilatdar û paşverû, parastina armancên şoreşa xwe ‎û projeya xwe ya demokratîk bikin.” ‎

Nivîskar Mehmûd Etiyê jî behsa êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û ev tişt anî ziman:

”Dewleta Tirk bi rêya êrişên xwe hewl dide berxwedana gelê Sûriyê ‎li herêma Rojava bişikîne û projeya neteweya demokratîk têk bibe.”

Kesên navborî bang li civaka navneteweyî kirin ku li hember sûcên dewleta Tirk bi erkên xwe rabin û dawî li wan bînin.

Back to top button