MÎT’A TIRK MUXTARÊN EREB Û TURKMEN LI GUNDÊN BILBILÊ ERKDAR KIRIN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker kiryarên xwe yên hovane li dijî welatiyên Efrînê didomînin. Ji aliyekî ve sivîlan direvînin û pereyên pir dixwazin, ji aliyê din ve jî, ji ber êşkenceya giran, welatî jiyana xwe ji dest didin. Her wiha dewleta Tirk rêbazeke din a sepandina dagirkeriyê dimeşîne, ew jî erkdarkirina muxtarên Ereb û Turkmen li gundên Efrînê ye. 

Îstaxbarata dewleta Tirk a dagirker ku weke “MÎT” tê naskirin û navenda wê jî li gundê Ze’rê yê Bilbilê ye, biryarek stand.

Biryar derbarê erkdarkirina muxtarên Ereb û Turkmen li şûna yên Kurd e.

Hat zanîn ji gundên Şingêlê, Şêxûrzê, Şerqiya û Uga muxtarên Ereb hatin erkdarkirin.

Ji gundên Qurta, Qota, Bîbaka û Berkaşê jî muxtarên Turkmen.

Hêjayî gotinê ye, hejmara çete û malbatên wan ên Ereb û Turkmen li navçeya Bilbilê 2 car bêtirî hejmara welatiyên resen e.

PIŞTÎ REVANDINA WÎ BI SALEKÊ, WELATIYEK DI BIN ÊŞKENCEYÊ DE JIYANA XWE JI DEST DA

Di çarçoveya binpêkirinan de, çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê binpêkirinên xwe di asta herî jor de didomînin.

Herî dawî jî, hat zanîn ku welatiyekî Kurd di bin êşkenceyê de jiyana xwe ji dest da.

Ew welatî beriya salekê ji gundê Be’dîna yê Mabetayê hatibû revandin.

Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku çeteyan cenazeyê wî radestî malbata wî nekirine û îdîya kirin ku ew ê veşêrin.

Hêjayî gotinê ye, hejmara sivîlên di bin êşkenceyê de jiyana xwe ji dest dan gihaşte 26 kesan.

ÇETEYÊN DAGIRKERIYA TIRK LI ŞERA Û MABETA 3 SIVÎL REVANDIN

Her wiha li Şera û Mabeta 3 sivîl ji aliyê çeteyan ve hatin revandin.

Ji bo serbestberdana wan jî, çeteyan ji malbatên wan fidye xwestin.

Hat zanîn ku çeteyan welatiyê bi navê Azad Mihemed ê ji gundê Mersewa yê Şera revand.

Ji bo serbestberdana wî jî, 15 hezar dolar ji malbata wî xwestin.

Li navenda navçeya Mabeta jî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 welatiyên bi navên Xelîl Osman û Ehmed Nebî revandin.

 

Leave a Reply

Back to top button