Bi pirojeyên nû polîtîkayên dorpêçê vala tê derxistin

Ji ber dorpêça li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Surî xelkên herêmê alternatîfên curbecur ava dikin.
Dewletên Heremê û hikûmeta şamê li dijî Bakur û Rojhilatê Surî dorpêça, derman, pêdiviyên jiyanê didomîne.
Xelkên herêmê li dijî van polîtîkayan bi projeyên alternatîf ve dibin bersiv.
Herî dawî li bajarê Tebqayê Kageheke dermanan hate vekirin..

Ji bo projeyên bi vîrengî Rêveberiya Xweser ji aliyê aborî de alîkar dibe.

Bi hêsanbûna ku komîteya Aborî ya Tebqayê pêşkêş dike, dermanfiroş Eymen Hemandî kargeha derman li gundê Widyan a Tebqayê vekir.

Ev kargeh li er asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya duyemîn e.

Li Tebqyê kargeha çêkirina dermanên avî hate vekirin

Eymen Hemdî diyar kir ku wî vê projeyê ji bo bandora dorpêça li ser herêmê bişkîne û ji daxwazên gel re bibe bersiv vê kargehê vekiriye.

ber dorpêça li ser herêma wan re ji ajansa Hawarê re axivî û da zanîn ku vekirina kargehê ji bo dorpêç bandorê li herêmê neke û derman li herêmê peyda be.

Her wiha Hemadî li ser xebatên kargehê ev tişt anî ziman:

“Kargeh dermanên avî dermanên; êş, daxistina germa, serma, ser êş, anemiya, kuxik û veriş çêdike.

Rojane 5 hezar qutiyên derman çêdike û plana pêşxistina 3 cureyên din di demên pêş de heye. .”

Eymen Hemadî axaftina xwe wiha bi dawî kir:

“Kargeh pêdiviyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dabîn dike.

Li gel vê pergala meya belavkirina derman li Minbic, Reqa, Tebqa, Dêrazor, Hesekê û Qamişloyê jî heye bi vê projeyê wê xelkên heremê êdî bikaribin derman hêsan peyda bikin.”

Back to top button