Koparatîfên jinan dest bi çandina zebzeyên zivistanê kir

Jinên ku di kopratîfa jinan a projeya çandiniyê li Tirbespiyê de kar dikin diyar kirin ku ew dest bi çandina sebzeyên zivistanî dikin û gotin:“Ev proje û koperatîfên jinan xizmetî aboriya civakî li dijî kapîtalîst dike”.

Bi gaveke ku berhemdana herêmê bi pêş bixe, Koperatîfên jinan li Tirbespiyê hewl dide sûdê di dirêjahiya sale de ji zeviyên çandiniyê wergire.

Koperatîfa bajarokê Hilwe ku 6 jin tê de dixebitin dest bi çandina 20 donim ji eslê 220 donimên girêdayî aboriya jinan bi sebzeyên zivistanê kir.

Her du koperatîfên Jinan li bajarokên Maşûqa û Hilwe yên Tirbespiyê hatin damezrandin.

Tê de 26 jin hene û nêzî 970 donim ji genim û cureyên mîna giznîj û kemûn û sebzeyên zivistanê diçînin.

Her wiha armanca van proje û koperatîfan rola jinan di derbaskirina bêkariyê de aktîf bike.

Hekîme Mihemed: Ev proje aboriya civakê bi pêş dixe

Hekîme Mihemed Hisên ku di koperatîfa jinan de kar dike axivî û wiha anî ziman:

”Van projeyan ji wan re derfetên cuda vekirin, bi wê re aboriya wan bi pêş xistin û tev li projeyên pêşxistina aboriya civakî bûn.”

Buşre Xelef: Projeya aboriyê ji bo jinan bû çavkaniya kar

Buşra Xelef jî destnîşan kir ku karkirina di zeviyan de derfetan li pêş jinan vedike ku aboriya xwe û civakê bi pêş bixe û wiha got:

”Em hewl didin rûberên çandiniyê û hejmara jinên beşdar di demên bê de zêde bikin.”

Back to top button