Rêxistinên Hiqûqî yên Navneteweyî derbarê çekên kîmyewî de daxuyanî dan

Saziyên hiqûqî yên navneteweyî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve daxuyaniyeke hevpar dan. Rêxistinan diyar kirin ku divê OPCW dest bi lêpirsînê bike Li aliyê din, bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk ve kete rojeva parlementoya Îngîlistanê

Gelek rêxistinên hiqûqî yên ji Ewropa, DYE û Kanadayê girêdayî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxwiyaniyê de rêxistinan diyar kirin ku bikanîna gazên kîmyewî cihê tirs û fikaran e û hat gotin:

“Em ji nûçe û raporên li ser wê yekê bi fikar in ku li Herêma Kurdistanê ya Iraqê fîşekên gazê yên çavan dişewitîne, têne bikaranîn.

Ev gaz di Peymana Çekên Kîmyewî (CWC) de li nava lîsteya kîmyasalên qedexekirî hatiye bicihkirin.”

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, “Li gorî nûçeyên hatin weşandin, Wezîrê Parastinê înkar nekir ku artêşa Tirk li Herêma Kurdistanê ya Iraqê gazên çavan dişewitînin bi kar tîne, lewma divê mijar bi awayekî serbixwe were lêpirsînkirin.

Rêxistinên Navnetewî: Divê OPCW dest bi lêkolînê bike

Rêxistinan bal kişand ser rola Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî OPCW û got: “OPCW saziya bicihanîna Peymana Çekên Kîmyewî ye.

Lewma divê dest bi lêpirsîneke fermî bike.”

Bikaranîna çekên kîmyewî kete rojeva parlementoya Îngilistanê

Li aliyê din, mijara cekên kîmyewî ket rojeva parlementoya Îngîlistanê.

Parlementerên Îngilîz Johnson û Rûssel-Moyle di rûniştina parlementoyê de ji musteşarê Parlementoyê Leo Docherty pirsa bê ka gelo wê ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî bixwaze lêpirsînê bike yan na, kirin.

Docherty bersiva pirsê da û diyar kir ku haya hikumeta Îngilîstanê heye ku Tirkiye li Başûrê Kurdistanê ‘fosfora spî’, bi kar aniye û tîne û got: “Lê delîlên yekser di destê me de tune ye ku van îddîayan piştrast bike. Em li ser van îddîayan jî disekinin û em li ser fikra we ne ku girêdayî peymana çekên kîmyewî bin.”

Back to top button