Li dijî tecrîda girankirî ya li ser rêber Apo bertek zêde dibin. Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan ya Helebê tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Parêzer Nesra Xelîl got: dewleta Tirk li ber çavên cîhanê hemû pîvanên hiqûqî li Îmralî bin pê dike. Jinên Êzidî û Ereb yên Şengalê jî banga azadiya fizikî ya Rêber Ocalan kirin.
Çalakiyên gel û bertek li dijî tecrîda li ser rêber Apo roj bi roj zêde dibin.
Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî rêber Apo daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dewleta Tirk bi zêdekirina tecrîdê û ferzkirina hin biryarên nû li Îmraliyê, hewl dide berxwedan û baweriya rêber Apo bişkîne, li ew hêvî vala diçin.”
Di daxuyaniyê de tecrîda girankirî ya li ser rêber Apo hete şeremzar kirin û soza şopandina riya şehîdan û fikrên rêber Ocalan hat dayîn.
Di dawiyê de bang li rêxistinên mafên mirovan û hêzên navneteweyî hat kirin ku tecrîda li ser rêber Apo bi dawî bikin.
“Bi saya Rêber Apo em dikarin xwe bi rêve bibin”
Jinên Êzidî û Ereb yên Şengalê jî li dijî tecrda li ser Rêber Ocelan bertek nîşan dan.
Jina bi navê Tewra Şengalî da zanîn ku bi saya ramanên Rêber Ocalan ew rizgar bûne û got :
“Me xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Ocalan rêxistinkiriye..”
Jina bi navê Fatîme Elî jî dibêje: “Em ji bo azadiya Rêber Apo ji hertiştî re amadene. “