Sefîrnê Înglîstanê li Enqerê serdana navenda HDP kir

Sefîra Ingilîstanê yê Enqereyê Marianne Young tevî şandeyekê serdana Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê kir.

Hevserokên HDP’a bajêr Berîvan Bahçecî, Mehmet Alî Yîgît û endamên lijneya rêveber şande pêşwazî kir.

Şandeyê derbarê pêşdîtinên HDP’ê yên ji bo hilbijartinên 2023’an û helwesta gelê Kurdistanê de agahî wergirt.

Sefîrê Înglîstanê bi berpirsên HDP re zextên desthilatê nîqaş kirin

Heyetê û endamên HDP’ê li ser binpêkirinên mafa ên li herêmê û zextên desthilatdariyê li ser siyaseta kurd jî nêrîn bi hev re parve kirin.

Şandeya HDP’ê her wiha ji şandeyê xwest hêzên navnetewî têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî qadên Zap, Avaşîn û Metîna lêkolînan bikin.

Back to top button