Li Lubnanê 8 şaneyên girêdayî DAIŞ’ê hatine girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirî ya Lubnanê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi operesyonên cuda 8 şaneyên Daiş’ê hatine girtin.

Muduriyeta Hêzên Ewlekariya Hundirî di daxuyaniya xwe de wiha got: “Di havîna 2022 de endamên me bi operesyonan li gund û bajarên cuda yên Lubnanê karîbûn ku karê 8 şaneyên terorîst bidin sekinandin û girtin.

Endamên van şaneyên terorîs ku niha hatine girtin jî girêdayî DAIŞ’ê bûn.”

Muduriyetê diyar kir ku jimara çeteyên hatine girtin 30 kes in û piraniya wan ji Lubnanê û hin ji wan jî ji Sûrî, Filstîn û Îraqê ne.

Piştî lêpirsînê jî hate eşkerekirin ku çeteyan ji hin berpirsên xwe ên derveyî Lubnanê doza derketina ji Lubnanê dikirin da li Sûrî û Îraqê şer bikin.

Back to top button