Di êrişa balafiran a li ser rojhilatê Dêrazorê de 14 çekdar hatin kuştin

Di bombebarana balafirên nenas de li navendên çekdarên Îranê yên li rojhilatê Dêrazorê,14 çekdar hatin kuştin. Li aliyê din, hêzên hikûemta Şamê nuqetên çeteyan yên li gundewarê rojava û rojhilatê Idlibê topbaran kirin.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku şevê din balafirên nanas li ser sînorê Iraq- Sûriyê gelek êriş pêk anî.

Di êrişê de nuqetyên çekdarên girêdayî Îranê hatin hedefgirtin.

Li gorî çavdêriyê, kamyonên çekan û tankerên sotemeniyê bûne armaca êrişê.

Hate ragihand ku di encama êrişê de 14 kes hatin kuştin.

Hêzên hikûmetê bi moşekan êrişî Idlibê kir

Li aliyê din, hêzên hikûmeta Şamê piştî nîvro bi moşekan navend û nuqetên çeteyên dewleta Tirk yên li rojava û rojhilatê Idlibê topbaran kir.

Balafirên şer ên rûs nuqetên daiş bombebaran kir

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê da zanîn ku balafirên şer ên Rûsyayê jî li çolistana Reqayê nuqetên çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kirin.

Back to top button