BERDEVKÊ MECLISA LEŞKERÎ YA SURYANÎ: DEWLETA TIRK HEWL DIDE PIRRENGIYA GELAN JI HEV BIXÎNE

Berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Ebcer Yaqûb diyar kir ku dewleta tirk bi gefên xwe xeteriyek mezin li ser Suryan, Kurd, Ereb, Aşûr û Tirkmenan û got:
Armanca dagirkeriya dewleta Tirk ew e ku ewlehî û aramiya pêkhateyên herêmê yên bi hevre dijîn têk bibe.

Gefên dewleta tirk a dagirker li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî zêde bûye.

Hemû pêkhatiyên herêmê li dijî van gefan xwedî yek helwestin.

Berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryanî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî Ebcer Yaqûb axivî.

Ebcer Yaqûb diyar kir ku, Armanca dewleta tirk dagirkirina herêmêye û şikandina vîna pêkhateyên wê ye û got;

Dewleta tirk li ser tabloya mûzayîk a ji yekgirtina gelê Suryan, Kurd, Ereb, Aşûr û Tirkmenan hatiye çêkirin, xetere.

Hevgirtina gelan bi saya sîstema Rêveberiya Xweser hatiye avakirin û parastin.

Ji bo wê jî dewleta tirk bi gefên xwe hewl dide hemû pêkhateyên herêmê ku bi hev re dijîn têk bibe.

EBCER YAQÛB: ME BI HEV RE DAIŞ TÊK BIR, EM Ê BI HEV RE VAN GEFAN PÛÇ BIKIN

Ebcer Yaqûb destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê li Herêmê têk çû bi saya hevgirtina gelan.

Niha jî ev pêkhate bi hev re şerê şaneyên razayî dikin da ku careke din DAIŞ venegere.

Her êrîşek Tirkiyê wê bibe sedema ji nû ve aktîvkirina şaneyên razayî yên DAIŞ’ê.

EBCER YAQÛB: ÇARENÛSA HEMÛ PÊKHATEYAN BI HEV VE GIRÊDAYÎ YE

Ebcer Yaqûb ragihand ku Meclisa Leşkerî ya Suryanî nameyek ji rêveberiya Emerîkayê re şand, bi rêya vê nameyê, me hewl da ku gefên dagirkeriya Tirkiyê ku dê bandoreke neyênî li pêkhateya Suryan bike, rave bikin.

Di nameyê de hat tekezkirin ku çarenûsa tevahî pêkhateyên herêmê bi hev ve girêdayî ye.

Heke ti zirar gihatş Kurdan dê bigihîje Ereb û Suryanan jî.

EBCER YAQÛB: DEWLETA TIRK DIXWAZE HEMÛ PÊKHATEYAN QIR BIKE

Berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryanî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî Ebcer Yaqûb du dawiya nirxandian xwe de ev agahî da:

Têkiliya me bi dewletên Ewrupayê re jî heye, em dixwazin bi van têkiliyan bidin fêmkirin ku gefên dewleta tirk xeteriyê li ser hemû pêkhateyên herêmê ava dike.

Leave a Reply

Back to top button