Putin tevli lûtkeya G20 nabe

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin beşdarî Lûtkeya G20 a li Endonezyayê nabe.
Hat ragihandin Putin ji rûbirûbûna Amerîka û hevalbendên wê xwe dur dixe.

Balyozxaneya Rûsyayê ya li Endonezyayê ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin beşdarî Lûtkeya G20’ê ya ku hefteya bê li Baliyê tê lidarxistin, nabe.

Ger Putin beşdarî lûtkeyê bibe, ew ê bibe yekem car ew û Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden piştî şerê li Ukraynayê ve dicivin.

Joe Biden berê Putin wekî “sûcdarê şer” binav kiribû û îşaret kiribû ku ne gengaze ew li Balî bicivin.

Sedema vê yekê jî weke girtiyên Amerîka yên di destê Rûsya de hatibû diyarkirin.

Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov wê serokatiya şandeya welat li Lûtkeya G20’an a bike.

Bi mehane mijara Putin wê beşdarî lûtkeya 15-16’ê Mijdarê bibe yan na cihê xwe di rojevê de digre.

Kremlîn ji ber biryara vekişîna ji hin deverên herêma Xerson a Ukraynayê, hewl dide xwe ji rexneyên Rojava biparêze.

Wezîrê Karê Derve Lavrov piştî şermezarkirina Rûsyayê di civîna wezîrên derve yên G20’ê de civîn terikandibû.

Civîna meha Tîrmehê li Balî mereqên lûtkeya lîderan zêdetir derxistibû pêş.

Piştî endonezya Putin vexwend hatibû rexnekirin

Endonezya piştî siyaseteke bêalî, bangewaziya welatên rojava ya ji bo nevexwendina Rûsyayê bo Lûtkeya G20 cih negirt û bi taybetî Serokê Endonezyayê Joko Widodo bû hedefa rexneyên welatên rojava.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ku ne endamê G20 e, wê bi rêya vîdyoyê beşdarî lûtkeyê bibe.

Pispor dibêjin ku nebûna Putin wê zirarê bide lûtkeyê û îhtîmala pêşketina şerê Ukraynayê qels bike.

Piştî Covid-19 lûtkeya herî mezin

Civîna G20 ji destpêka pandemiya Covid-19 ve wê civîna herî mezin be.

Tê payîn ku Serokkomarê Çînê Xi Jinping jî beşdarî lûtkeyê bibe.

Di rojeva sereke ya lûtkeyê de wê bihabûna pêwistiyên jiyanî, guherîna avhewa, enerjî û şerê li Ukraynayê de pêk were.

Civînên beriya lûtkeya G20’an a lîderan bêyî daxuyaniyek hevpar bi dawî bû.

Back to top button