Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî”

Dewleta Îran li pêşberî xwepêşandêran bihêrse.
Lê hêrs û zexta wê agirê serhildana Jîna Emînî xurtir dike.
Di çilrojiya çalakiyên merasîma bîranînê de xwepêşandanên girseyî pêk hatin.
Agirê li Zahîdanê careke din serhildan geş kir.

Doh 55 roj bûn li Îranê agirê serhildanê pêketiye.

Dewleta Îranê ji bo vî agirî vemirîne bi hemû cure zextan êrişî xwepêşandêran dike.

Ev yek doh careke din di çalakiyên çil rojiyê de hatin dîtin.

Îna bixwîn a Zahîdanê careke din serhildan geş kir

Li bajarên weke Sine, Merîwan, Bane, Seqîz, Mihabad, Bokan û çend bajarên din dikan nehatin vekirin û grev hebû.

Piştî nîvro û heta şevê ciwan daketin ser rêyan û kolanan, her wiha li bajarê Kirmaşan û navçeya Muçeşî Kameyran jî heman dîmen derket.

Şeva borî bi sedan kes ji bo pêşwazî kirina cenazeyê xwepêşanderê bi navê Fayeq Mam Qadirî ku piştî çend rojan li nexweşxaneya Urmiye hat razandin jiyana xwe ji dest da, kom bûn.

Merasîma spartina axê ya cenazeyê Mam Qadirî guherî xwepêşandanek mezin û bê navber dirûşme hatin gotin.

Li ser asta Îranê jî, li bajarên weke Tewrêz, Tehran, Meşhed, Esfehan, Mihabad, Ender Ebas, Reşîd û gelek bajar û bajarokên din di çilrojiya komkujiya Îna bi xwîn a Zahîdanê de bi hezaran kes meşiyan.

Çalakvanan bi girtina grevê, pêxistina muman, berzkirina dirûşmeyan û pêxistina agiran hevxemiya xwe ji malbatên kesên hatîn qetilkirin re nîşan dan û tundûtijiya hêzên rejîmê şermezar kirin.

Li bajarokê Qehdirîcanî yê Esfehanê gelek ciwan bi pêxistina agir rê li trafîkê girtin û bajar şeklê şer wergirt.

Li aliyekê din her ku diçe piştevaniya kesayetên hunermend, rewşenbîr, werzîşvan û akademîsyenan a ji bo xwepêşanderan zêdetir dibe.

Di vê çarçoveyê de aktrîsta Îranê Taraneh Alîdoostî ku di navneteweyî de navûdenge wêneyek yê xwe yê bê laçik û pankarta dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi Kurdî nivîsandî belav kir.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ji destpêka xwepêşandanan heta niha herî kêm 304 kes hatine kuştin.

Ji van 41 jê zarokin.

Fikar hene ku ev hejmar pir zêdetir be.

Back to top button