Di êrîşeke xwekuj li Avganistanê de, 20 kesan jiyana xwe ji dest da û 50 jî birîndar bûn.
Duh, êrîşk li dijî buroya namzetê nûnertiya cîgirê serokê Afganistanê Emir Ellah Salih ya Kabulê pêk hat.
Derbarê êrîşê de, hikumeta Avganistanê daxuyaniyek da û got:
Ev êrîş bû sedema mirina 20 kesan û birîndarkirina 50 kesên din, di nav de Emir Ellah Salih.
Wezareta hundir diyar kir ku piştî êrîşa xwekuje, hêzên Afgan 3 çekdarên ku bi ser buroya Salih de girt, kuştin.
Berdevkê wezaretê got:
Vê operasyonê 6 saetan dewam kir û 150 sivîl hatin rizgarkirin.
Heta niha ti alîyî ev yek negirtiye ser xwe.
Tê payîn ku hilbijartinên serokatiyê di 28’ê Îlonê de werin lidarxistin.