Somalîa- 20 çekdarên tevgera El Şebab hatin kuştin

Li Somalîa di navbera hêzên artêşê û Tevgera Şebab de şer dîsa gur bû.
Li gorî rayedarên dewletê, di nava 2 rojên dawî de 20 çekdarên tevgerê hatin kuştin û 2 bajarok jî hatin rizgarkirin.

Tevgera El Şebab..

Cara pêşî sala 2004’an li Somalîa weke baskê El Qaîdê hat damezrandin.

Ji sala 2006’an di navbera wan û hêzên hukûmetê de şer dijwar bû.

Heta niha ji ber êrişên wan, li Somalîa bi deh hezaran kes hatine kuştin.

Û hê jî hin herêmên welat di bin kontrola wan de ne.

Rayedarên Somalîa ragihandin ku li Wîlayeta Celem-dec hêzên artêşa bi desteka eşîrên li herêmên tevgereke mezin li dijî çekdarên El Şebaba destpê kirine.

Li gorî heman rayedaran, heta niha herî kêm 20 çekdar hatine kuştin.

Her wiha piştî dagirkeriya 10 salan bajarokên Wabhû û El Cerûf ketin bin kontrola artêşa Somalîa.

Wezîrê Ragihandinê yê Wîlayeta Celem-dec Ehmed Şayir Falalcelî ragihand ew ê hemû deverên dagirkirî rizgar bikin.

Duşema derbasbûyî çekdarên El Şebab li paytext Meqdîşo êrişî baregeha artêşê kirin.

Di vê êrişê de 10 leşkerên Somalî hatin kuştin.

Back to top button