Îran cara pêşî moşekek balistîkî ya hîpersonîk çêkir

Îranê cara yekem ragihand ku mûşekeke balîstîk a hîpersonîk çêkiriye.
Fermandarê Hêza Fezayê ya Muhafizên Şoreşê Emîr Alî Hacîzade got,
“Ev moşeka balîstîk a hîpersonîk dikare li dijî mertalên parastina hewayî derkeve.
Wê karibe ji hemû pergalên parastina moşekan derbas bibe.”

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Îranê IRNAyê, Hacîzade got,

Ev moşek di qada xwe de hêleke nifşan nîşan dide.

Hacîzade îdia kir ku wê teknolojiyek li dijî vê moşekê bi dehê salan nikareibe were hilberandin.

Moşekên Hîpersonîk di saetê de bi leza 6 hezar kîlometre diçe.

Ji ber leza wê, sîstemên radarê di agehdarkirina beriya wê de zehmetiyan dibînin.

Moskow, Waşîngton û Pyongyangê beriya niha ev moşek ceribandibûn

Rûsya, Koreya Bakur û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di sala 2021’an de moşekên bi vî rengî ceribandibûn.

Beriya niha rêveberiya Rûsya ragihandibû ku li Kalinîngrad ya Rûsya ku ji aliyê welatên endamên NATO ve dorpêçkirî ye, moşekên hîpersonîk yên herî pêşketî lê hatiye bicihkirin.

Rûsyayê ragihand ku di hefteyên despêkê yên şerê Ukraynayê de moşekên hîpersonîk yên “Kinjal” hatine bikaranîn.

Back to top button