Li Êrîvan xwepêşandanên li dijî radestkirina Qerebaxê pêk hat

Sal derbas bûn, lê hêrsa li dijî radestkirina herêma Qerebax a Çiyayî bo Bakûyê kêm nebû.
Li paytexta Ermenîstan Êrîvanê bi hezaran kes li dijî radestkirina Qerebax a Çiyayî meşek lidar xistin.

Di salvegera 2. a peymana agirbesta şerê navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de bertek hebûn.

Di demekî ku ev roj li gel Azeriyan bi xweşî tê pêşwazîkirin de, li gel Ermenan tenê cihê hêrsê ye.

Ji bo şermezarkirina radestkirina herêma Qerebax meşek hate lidarxistin.

Di meşa li paytext Êrîvanê pêk hat de, bi hezaran kes amade bûn û bê navber dirûşmeyên li dijî hikumeta Serokwezîr Nîlok Paşinyan gotin.

Ermeniyan careke din nîşan dan ku ewê herêma Qerebax a Çiyayî ji Azeriyan re nehêlin.

Salvegera 2.a peyman radeskirina Qerebaxa Çiyayî

Dawiya Îlona 2020’an li herêma Qerebax a Çiyayî navbera Azerbeycan û Ermenîstanê de şereke dijwar despê kir.

Ev şer piştî 44 rojan bi navbeynkariya Rûsya bi dawî bûbû.

Li gorî peymanê wê hêzên Ermenî ji beşeke mezin ya xaka Qerebaxê vekişiyaban.

Piştî vê yekê li nava Ermeniyan hêrsa li dijî Paşinyan zêde bû.

Back to top button