Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja 55. de dewam kirin

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tevî hemû êrişên hêzên dewleta Îranê bê navber dewam dikin.
Tevî hemû zext û tundiya hêzên dewleta Îranê, çalakî û girevan di roja 55’an de dewam dikin.

Xwepêşandan û çalakiyên li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên bi kuştina jina Kurd Jîna Emînî re dest pê kirin, bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, azadî” dewam dikin.

Duh bi şev û îro di roja 55’an ya serhildanê de jî welatiyan careke din dewleta Îranê protesto kirin û bi yek dengî daxwaza azadiyê kirin.

Duh di çilrojiya komkujiya li Zahîdanê de, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê grev û xwepêşandên berfireh pêk hatin.

Li bajarên weke Sine, Merîwan, Bane, Seqîz, Bokan û çend bajarên din welatiyan heya derengiya şevê çalakiyên xwe domandin.

Her wiha şeva borî, xelkê Mihabadê ji bo pêşwazîkirina cenazeyê yek ji xwepêşanderê bi navê Fayeq Mam Qadirî li hev kom bûn.

Welatiyan dirûşe berzkirin û ala dewleta Îranê dan ber agir.

Piştre welatiyan cenazeyê qurbaniyê serhildanê li ser milê xwe girtin û bi dirûşmeya “Şehîd namirin” ber bi goristanê ve meşiyan.

Di merasîmê de ji bo bîranîna çilrojiya komkujiya ku dewleta Îranê li Zahidanê kiribûn dirûşmeyên ji bo sersaxiyê hatin berzkirin.

Li paytexta Îranê Tehranê jî çalakiyên welatiyan yên bi daxwaza azadiyê hebûn.

Li Esfehan, Erak, Bender Ebas, Meşhed û gelek bajarên din ên Îranê gel bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” li qadan bûn.

Li aliyê din hêzên dewleta Îranê ji bo tepisandina çalakiyên gel careke din êriş kirin û pevçûn derket.

Her wiha Îro li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê welatî neçûn ser kar û dest bi girevê kirin.

Back to top button