Saziya Tiba Edlî ya Mûsilê cenazeyê 16 qurbaniyên fermana li ser civaka Êzidî ya Şengalê di torbeyan de radestî malbatên wan kirin û xwestin wiha veşêrin.
Civaka Êzidî li hemberî vê rewşê beretek nîşan dan û ev nêzikatiya Tiba Edlî weke bêrêziya li hemberî şehîdên fermanê bi nav dikin..
Li ser fermana 2014’an a ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li ser civaka Êzidî pêk hat re 8 sal derbas bûn.
Bi sedan gorên bi komî mane ku li benda vekirin û tespîtkirina kesên wenda ne.
Saziya Tiba Edlî ya Mûsilê beriya demekê 16 kesên ji goreke komî hatibûn derxistin biribûn Mûsilê û piştî testa DNA’, cenaze di torbeyan de şandin Şengalê..
Civaka Êzidî rabazê radestkirina cenazeyên zarokên wan bi bêrêzî bi nav dikin û dibêjin:
“Iraqê careke din nîşan da ku me ji hemwelatiyên xwe nabîne.
Xwedî li me û miriyên me jî dernakeve.”
Civaka Êzidî: Divê hikûmeta Iraqê rêzê ji cenazeyên fermanê re bigre
Ziyad Xelef Faris ku ji bo cenazeyê xizmên xwe bigre çûbû Saziya Tiba Edlî ya Mûsilê, bertek nîşan da û got:
“Hikûmeta Iraq’ê bêrêz nêzî şehîdên me bû’
Rêz bi me Êzidiyan nakin. Şehîdên fermanê yên me hemûyan e, ne tenê yê malbatekê ye, yê hemû milete û diviya bû bi rengekî layiq bihatana radestkirin.”
Civaka Êzidî ji bo veşartina cenazeyên qurbaniyên fermanê ku ji Musilê hatibûn wergirtin, merasîmên layiq lidarxistin.