HPG: 15 Leşkerên din ên artêşa Tirk hatin kuştin

Li Zap, Metîna û Xakûrkê gerîlla li hêzên artêşa Tirk dan. Di çalakiyan de 15 leşker hatin kuştin. HPG’ê ragihand ku roja 9’ê Mijdarê artêşa Tirk qadên wan 8 caran bi bombeyên qedexekirî û 3 caran jî bi çekên kîmyewî bombardiman kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama şerên li Zap, Metîna û Xakûrkê bi raya giştî re parve kir.

Li gorî vê,

27’ê Cotmehê li herêma Girê Hekkarî, hêzên artêşa Tirk ji aliyê gerîlla ve têne şopandin.

Paşê gerîlla ji nêz ve bi ser çeperên wan de digrin û bi bandor li wan didin.

Di encamê de 12 leşker hatin kuştin, 8 jî birîndar bûn.

Di vê çalakiya fedaî de gerîllayên binasnav Sîpan, Cesûr û Rojger şehîd bûn.

Li herêma Zapê jî 9’ê Mijdarê li qada Çemço leşkerek artêşa Tirk di çalakiya sekvaniyê de hat kuştin.

9’ê Mijdarê li herêma Xakûrkê jî dagirkerên li derdora qada Şehîd Şahan bûn armanca lêdana çekên giran ên gerîllayên jin.

Heman rojê li Girê Şehîd Derwêş jî di çalakiya gerîllayan de çeperek hat tinekirin û 2 leşker hatin kuştin.

Têkildarî êrişên artêşa Tirk jî Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê ev agahî dan: Roja 9’ê Mijdarê Herêmên yên Medyayê,

8 caran bi bombeyên qedexekirî û 3 caran jî bi çekên kîmyewî hatin bombardimankirin.

Back to top button