Başûrê Kurdistanê li hember bikaranîna çekên kîmyewî bêdeng e

Berdevkê Desteya Mafê Mirova ya Başûrê Kurdistanê îdîa kir ku agahiya wan ji bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî gerîlayan nîne! Baskê wan yê Silêmaniyê jî berovajiyê wê diyar kir ku ew li ser talîmata navendê nikarin derbarê ‘Çekên kîmyewî’ de biaxivin.

Ji bahara 2021 heya niha artêşa Tirk a dagirker bênavber çekên kîmyewî û qedexekirî li dijî gerîlayên Kurdistanê bikartîne.

Ji ber êrîşên kîmyewî heya niha bi dehan gerîla şehîd bûne.

Tevî belger û dîmenên hatî belavkirin heya niha ti saziyên eleqeder lêkolîn nedane destpêkirin.

Aliyên başûrê Kurdistanê jî heta niha bêdengin û PDK’ê rê li ber lêkolînkirina hin aliyan jî girt.

Ev rastî careke din derkete holê.

Desthilata Başûr nahêle desteya Serbixe a Mafê Mirovan dengê xwe bike

Ajansa Rojnews’ê xwe gihand Desteya Serbixwe ya Mafê Mirova ya Herêma Başûrê Kurdistanê û derbarê lêkolînkirina çekên kîmyewî de pirsî.

Li ser navê Nivîsgeha Silêmaniyê ya Desteya Serbixwe ya Mafê Mirova Sabir Ebdula Kerîm, diyar kir ku navenda wan ya sereke destûra axaftinê nedaye ofîsa wan ku li ser mijarê biaxivin.

Rojnews’sê xwe gihand Berdevkê Giştî yê Desteya Mafê Mirova ya Başûrê Kurdistanê Silêman Mûhsîn jî û xwest helwesta wan derbarê mijarê de fêm bike.

Silêman Mûhsîn îdîa kir ku agahiya wan ji bikaranîna çêkên kîmyewî li dijî gerîla nîne û pirsa, “Belge hene” ji peyamnêrê Rojnewsê kir!

Li gel ku belgeyên derbarê mijarê de jêre hatin şandin, Silêman Mûhsîn xwe bêdeng kir û tu bersiv neda.

Back to top button