Cenazeyê Endamê Hêzên Asayişê Feysel El-Hecî li Minbicê hat oxirkirin

Şêniyên Minbicê cenazeyê endamê Hêzên Asayişê Feysel Mihemed bi merasîmekê, oxir kirin.

Li bajarê Minbicê jî ji bo oxirkirina cenazeyê endamê Hêzên Asayişê Feysel Mihemed, merasîmek hat lidarxistin.

Di merasîmê de, bi sedan şêniyên Minbicê, endamên saziyên leşkerî û sivîl amade bûn.

Li ser navê Hêzên Asayişê Elî Hesen axivî û diyar kir ku ti gotin nikarin têkoşîn û berxwedana şehîdan rave bikin û ew li ser şopa wan bin.

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Sîham Hemo jî li ser navê Rêveberiya Sivîl a Minbicê axivî.

Sîham sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: ” Şehîdên me ji bo ku welatê me di ewlehî û îstîqrarê de be, canê xwe dan.

Em soz didin ku têkoşînê li hember dijmin bilind bikin.”

Di dawiya merasîmê de, wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Cenazeyê şehîd di nav diruşme û tilîliyan de, hat veşartin.

Back to top button