Li Idlib û Helebê komên çete û hêzên hikumetê cihên hev topbaran kirin

Hêzên hikûemta Şamê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran li herêma bi navê “Bê Çek” bargehên hev topbaran kirin.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê vê sibê bi moşekan nuqeteyên çeteyan yên li gundewarê başûrê Idlibê topbaran kir.

Her wiha hêzên hikûetmê bi çekên giran navendên çeteyan yên li derdora Kebane ya li gundewarê bakurê Laziqiyê kirin armanc.

Li aliyê din, çeteyên “Fetih El Mûbîn” bi topan nuqetyên hêzên hikûmetê yên li rojavayî gundewarê Helebê topbaran kirin.

Li Deraa çekdarek hat kuştin

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê da zanîn ku Li Dera El Beled di encama şer û pevçûndên komên çekdar de, çekdarek hatiye kuştin.

Back to top button