Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye ragihand ku li Girê Sipî çeteyan jineke ciwan revandin û destdirêjî lê kirin.
Sûc, binpêkirin û kirinên çeteyan li herêmên dagirkirî dijî jinan ranawestin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye diyar kir ku yek ji çeteyên koma Hemzat a ser bi Tirkiyê ve jina ciwan a bi navê Fatma El-Elî ya 19 salî revand.
Fatma ya ji bajarê Humsê berî çend rojan ji aliyê çeteyên bi navê Mihemed El-Helebî ve hat revandin û rastî destdirêjiyê hat.
Li gorî Çavkaniyên herêmî, malbata Fatma dibêjin ku rewşa keça wan gelekî xirabe.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye da zanîn ku ev ne cara yekemîne ku jin li herêmên dagirkirî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve tên revandin û destdirêjî li wan tên kirin.
Li Efrîna dagirkirî hejmara bûyerên destdirêjiya li jinan gihişte zêdetirî 75’an, ji wan 11 li girtîgehên çeteyan e.