2 CANGORIYÊN AZADIYÊ LI HESEKÊ JI ALIYÊ SEDAN VE HATIN OXIRKIRIN

Şêniyên bajarê Hesekê bi merasîmekê 2 cangoriyên azadiyê li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê oxir kirin.

Şervanê YPG’ê Berkel Hisî  bi nasnav Mîrxas Kobanê di encama nexweşiyekê de û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hîşam Bobî  bi nasnav Hîşam li Dêra Zorê şehîd bûn.

Bi sedan şêniyên bajarê Hessekê piştî wergirtina cenazeyê şehîd bi karwanekî ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, meclisa leşkerî ya bajarê Hesekê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn da zanîn ku ew bi şehîdên xwe serbilind in û ew ê di rêya wan de bimeşin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd di nava tilîliyan de spartin axê.

Leave a Reply

Back to top button