Li Hesekê pireke nû tê çêkirin

Dayîreya Fenî ya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ragihand ku li bajarê Hesekê dest bi çêkirina pireke nû kir.

Dayîreya Fenî diyar kir ku wan dest bi avakirina pireke demkî li ser çemê Xabûr li rex Pira Beyrûtî ya taxa Xiwêran a Hesekê kir.

Dayîreyê eşkere kir ku ev pir wê qerebalexa li ser pira Beyrûtî sivik bike û taxên başûr, navîn û bakur ên bajarê Hesekê bi hev ve girê bide.

Li gorî komîteya çavdêr, projeya pira nû dê di 3 mehan de biqede bi dawî bibe.

Çavdêrê giştî yê projeyê endezyar Keleş Xelîf derbarê projeyê de ev yek got: “Desteyê bi koordîneya Şîrketa Avakirinê ya Cizîrê û çavdêriya Rêveberiya Fenî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi avakirina vê pirê kir.”

Dirêjahiya pirê 35 metreyê û firehiya wî jî 8 in.

Back to top button