Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyekê ragihand ku hemû bûyerên şewata hilberînên çandiniyê yên vê salê plankirî bûn û armanca wan derbeyê li aboriya herêmê bidin.
Komîteya Aborî ya Herêma Cizîrê diyar kir ku li kantonên Qamişlo û Hesekê rûbera şewatê gihaşt 2 milyon û 270 hezar û 12 donimî.
Piraniya zeviyan; genim, ceh, fol, nîsk, kemûn û kizbera bûn.
Her wiha 27 hezar û 808 darên ku li derdor û nêzî zeviyan hatibûn çandin jî, şewitîn.
Hêjayî gotinê ye ku agir bi hevkariya şênî û saziyan dihata vemirandin.
Çeteyên DAIŞ`ê jî ji destpêkê ve berpirsyariya bûyerên şewatê yên li Sûriye û Iraqê girt ser xwe.