“SAZIYA BIHAR” BAZIRGANÊ ENDAMÊN LAŞÊ MIROVAN E

Yek ji encamên şerê qirêj ê Sûrî, revandina sivîlan û dizîna endamên laşên wan e.
Ji bo hin rêxistin û saziyan bûye projeyeke dewlemend.
Ew sazî û rêxistin bi bihaneya alîkarîdayînê, derbasî herêmên şer dibin û endamên laşên mirovan didizin.
Ev yek bi hevkariya hêzên rêjîma Sûrî û komên çete li hemû herêmên Sûriyê tê kirin, Efrîn jî di nav de ye.

Yek ji herêmên ku hema bêje bûye girûxaneya sivîlan, Efrîn e, Efrîna ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye.

Û yek ji saziyên bi dizî kar dikin û girêdayî aliyên veşartî ne, “Saziya Bihar” e, ya ku 20 Kanûna 2012’an bi fermî dest bi karê xwe kir.

Navenda sereke ya “Saziya bihar” li Stenbolê ye, ji ber belavkirina hin bojen ango madeyên jehrî li Efrînê, Rêveberiya Xweser wê demê biryara rawestandina vê saziyê da.

Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, “Saziya bihar” careke din vegeriya û rûyê xwe yê rasteqîn derxist.

Çavkaniyên nêzî serokê saziyê Nûjîn Yûsif yê ji gundê Aqîbê yê Şêrewa, hin agahî derbarê wî û karê wî de dan.

Çavkaniyan gotin, kesê bi navê Nûjîn li gel kesên bi navê Mihemed Omer Şobek û Ismaîl Omer Şobek ên ji gundê Kefer Naya yê Ezazê ne, dixebite.

Li gorî çavakniyên ku nexwestin navên xwe eşkere bibin, van hersê kesan 14 Tîrmehê welatiyên bi navê Ebdulqadêr Henan ê 55 salî û Ebdo Kemal ên ji gundê Keferdelê û Mihemed Seîd ê ji gundê Coqê revandin.

Piştî wê, ji malbata her welatiyekî 1000 dolar fidye xwestin, lê hema ew qas pere bi malbatan re tune bû.

Çavkaniyan teqez kirin ku piştî hişyariya dawî ji malbatan re, Mihemed û Ismaîl Şobek welatiyên revandî ber bi cihekî nediyar ve birin.

Li gel pilana bi bijîşkên “Saziya bihar” re, gurçik, kezeb û endamên sereke di laşên mirov de yên herdu welatiyên revandî jêkirin û derxistin.

Piştî wê, kesê bi navê Ismaîl Şobek, ew endamên jêkirî li benda kontrolê ya gundê Kîmarê yê Şêrewa, navabera hêzên rêjîma Sûrî û komên çete, radestî kurê xaltiya xwe Mehmûd Mihemed Şobek kirin.

Li şûna her gurçikekê 1000, her kezebekê 1500 û her endamekî din ê laşê mirovan 3000 dolar standin.

Mehmûd jî bi riya Istixbarata rêjîma Sûrî beşa Ewlehiya Leşkerî ya Helebê, bi taybetî fermandarê bi navê Mazên, berpirsyarê leşkerî, ew endamên laş di bajarokê Dêrcimêlê re ber bi Helebê ve şandin.

Hêjayî gotinê ye, bazara endamên laşê mirovan di şerê Sûrî de bûye yek ji karên sereke yên navbera hêzên rêjîmê û komên çete de.

Rast e, di warê siyasî de li hev nakin, lê hema di kuştina sivîlan û kirîn û firotina endamên laşên wan de yek in.

Leave a Reply

Back to top button