Sibê li Dusseldorfê meşa girseyî tê lidarxistin

Siyasetmedar, nivîskar û nûnerên saziyan diyar kirin ku meşa Dusseldorfê wê bibe rojeke dîrokî û gotin; “Divê wê rojê kes neçe ser kar, divê tevlî meşa mirovahiyê bibin.”

Sibê li bajarê Dusseldorfê ya Almanya li dijî karanîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî gerîla meşek girseyî wê were li darxistin.

Tekildarî mijarê siyasetmedar, aktîvîst, nivîskar û nûnerên saziyan axivîn û banga tevlîbûna xurt li meşê kirin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd – Ewropa (KCDK-E) Fatoş Gok-sûn-gur diyar kir, wan roja 12’ê Mijdarê weke “Roja Greva li dijî çekên kîmyewî ya Ewropayê ragihandiye û got:

Ji her derê banga tevlîbûna meşa li Dusseldorfê tê kirin

“Hemû gelê me yê Kurdistanê li Ewropayê, dostên me yên li Ewropayê, em hemû kesên xwedî wijdan vedixwînin meş û mîtînga li Dusseldorfê. ”

Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç jî bal kişande ser têkoşîna gerîlayên Azadiya Kurdistanê û anî ziman ev berxwedan, berxwedaneke rûmet û siberoja tevahî gelê Kurd diparêze û wiha domand:

“Em bang li her kesê dikin ku tevlî meşa navendî ya Dussel-dorfê bibe.

Xoşnav Ata yê Kurdistanî jî ku ev 99 roj in li ber OPCW xwepêşandanê dike, banga tevlîbûna meşê li herkesî kir.

Serokê Damezirîner ê Partiya Ji Nû Ve Avakirina Sosyalîst-Ewropa Tuncay Yilmaz li dijî bêdengiya bikaranîna çekên kîmyewî bertek nîşan da û got:

“Ger yên ku sûcên şer dikin, bêdeng dimînin; divê em li dijî wê dengê xwe bilind bikin.”

Rojnamevan-Nivîskar Hayko Bagdat jî diyar kir rejîma AKP-MHP’ê li her qadê sûcê mirovahiyê dike û polîtîkaya tunekirinê ya li hemberî Kurdan, îro gihîştiye lûtkeya xwe ya dîrokî.

Siyasetmedar Nûrsel Aydogan jî di axaftinên xwe de îşaret bi peymanên navnetewî yê derbarê karanîna çekên kîmyewî de kir.

Nûrsêlê bal kişande ser bêdêngiya rêxistinên eleqedar û banga beşdariya meşê li her kesî kir.

Back to top button