Kongra Star û komeleya ayîda ya filistînê panelek li dar xist

Li paytexta Lubnan Beyrûtê, di çarçoveya pêngava 16 rojan a 25ʹê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan de, Kongra Star û Komeleya Ayîda ya Filistînê panelek li dar xist.

Koordînatora Bernameyên Derve ya Komeleya Ayîda Fatin Azad Hemed axivî û got: “Berxwedana rêber Ocalan a ku ji bo jinên herêmê sembola rizgarkirina herdu zayendan e, berxwedana bi milyonan jinên azadxwaz e.”

Piştre endama Koordînasyona Kongra Star a Lubnanê Nesrîn Biro jî nameyên şehîd Rûken Zelal û Sara Tohildan xwendin ku li Mêrsînê çalakiyên fedaî li dijî polîsên dewleta Tirk pêk anînbûn.

Nesrîn Biro got: “Dewleta Tirk bi vê çalakiyê baş fêm kir ku têkoşîna jinan wê dewam bike û tevgera rizgariyê wê sembola fedayetiyê bimîne.”

Back to top button