Bi diruşma “Em li vir in, ta dilopa dawîn a ximavê…û ta dilopa dawîn a xwînê” 8ʹemîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê li Qamişloyê hat lidarxistin.
Bi beşdariya 134 wêjevan, helbestvan, nivîskar, şêwekar, hunermend, rewşenbîr û nûnerên ji saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê amade bûn.
Endamê komîteya amadekar a mîhrîcanê nivîskar Ehmed El Huseynî axivî û got:
“Armanca mîhrîcanê parastina çand û hunera Kurd e û rola wê di dewlemendkirina wêjeya Kurdî de heye.”
Her wiha endamê Desteya Çandê ya herêma Cizîrê Ebdulmecîd Xelef jî got: “Desteya Çandê dê destekê bide hemû çalakiyên çandî û hunerî li herêmê.”
Di mîhrîcanê de, Helbest, şano û gelek stranên folklorîk ên kurdî hatin pêşkêş kirin.
Tê payîn ku wê çalakiyên mîhrîcanê heta 20ʹê Mijdarê dewam bikin.