7. konferansa Şaredariya Gel a Qendîlê bi slogana, ‘Li hemberî dagirkerî û wêrankariyê avakirin’ pêk hat.
Gelek welatî, nûnerên gundan û herêmên Binarê Qendîlê û Hevseroka Tevgera Azadî tevli konferansê bûn.
Di konferansê de rewşa siyasî hate nîqaşkirin, rapora kar û xebatê ya 2 salan hate xwendin.
Herwiha qala projeyên xizmetguzariyê hatin kirin û Peyama KCK’ê di konferansê de hate xwendin.
Her wiha di konfensê de proje hatin pêşxistin û endaman daxwazên xwe anîn ziman û hatin nirxandin.
Serwîn Celal û Resûl Îbrahîm bûn hevşaredarên Şaredariya Gel a Binarê Qendîlê.
Û 10 kes ji bo Desteya Rêveberina Şaredariya Gel hatin hilbijartin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku konferansa Şaredariya Gel a Binarê Qendîlê her 2 salan carekê tê lidarxistin.